Home , ATİK , Newroz Piroz Be! – Tu bixér hatî Newroz, roja serhildan û serfirazî!

Newroz Piroz Be! – Tu bixér hatî Newroz, roja serhildan û serfirazî!

ATİK | 13 – 03 – 2011 | Agiré Newroz her hévîya gelén bindest û xewnereşka Dehaq’én zalîm e!

Tu bixér hatî Newroz, roja serhildan û serfirazî! Tu bixér hatî agiré serhildané gelén Ereb, ku li hemberî dîktatorén paşwerû bédengîyén xwe yén bi dehan salan şikandine. Newroz, rojé ku neteweyé Kurd li hemberî zulmé serî xwe hilda, îro weké meşaleyeké di desté gelén Ereb de welat bi welat té gerandin. Bi hatina meha Adar’é bihar bi serhildanén ve té péşwazkirin û giyana Newroz’é li Rojhilata Navîn û Afrîkayé Bakûr bi véxistina agiré, bi girtina govendé, û bi zédetirkirina berxwedané ve her ji nû ve jîndar dibe.

Ligel ku Newroz tê wateya roja nûhû û ku gelên Rojhilata Navîn vê rojê weke mizginiya biharê pîroz dikin, ji bo Kurdan wateyekê vê rojê kûr û dîrokî heye. Ji bo Kurdan Newroz roja serhildan, berxwedan, û biserketin e. Ji Kawayê Hesinker heta Komara Mahabat’ê, ji serhildana Dêrsim’ê heta serhildana îroyîn, neteweyê Kurd ji aliyê dewletên herêmê ve hatiye bindestkirin, çewisandin, qirkirin, û înkarkirin. Ligel wan hemû hewldanên tunekirinê, neteweyê Kurd berxwedana xwe berdewam kiriye û Newroz‚ê kiriye sembola serfirazî û wê bi coşekê her gêştir dibe pîroz dike.

Zîhniyeté tunekirin, înkar, û zordestî ku bi sedsalan e té sepandin, îro ji aliyé hézén ku serdesté dewleta Tirk in ve té berdewamkirin. Şahîdé vé tunekirin û inkar îro hestiyén bi hezaran berxwedér, ronakbîr, û şoreşgerén ku tén ji erdé derxistin e. Li her bosté axé Kurdan hestiyén mîrov hatine veşartin. Herwiha, ev polîtîkaya “vebûn” înkaré her berdewam dike. Li dadgehé, mafa xwezayî ya xwe bi zimané xwe yé zikmakî parastin a bi sedan siyasetmedarén Kurd ku sala par di bin operasyona KCK’é de hatîbûn girtin té astengkirin. Hin mafén demokratîk ku Kurd di nav daxwaza “muxtariyeté demokratîk” de dixwazin bi dest bixin rastî her cûre érîş û zordarî té û nayé pejirandin.

Hikûmkata AKP tu careké nexwast encamén hilbijartinén dawîn én wilayetén Kurd bipejirîne. Herwiha, bi nézikbûna hilbijartinén péşîn jî érîşén xwe her zédetir dike. Operasyonén li hemberî gerîlla bérawest berdewam dikin. Daxwazén KCK’yé ku bi despéka agirbesté hatîbûn péşkeşkirin tu careké nakeve rojevé hikûmaté. Ligel ku di her fersendé de dijberiya xwe ya li diktatoryaya leşkerî ya 12 Rezber’é tîne zimén, hikûmata AKP daxuyand ku ew é baraja 10 ji sedî damexe. Armanca vé biryaré jî xuya ye: astengkirina vîna neteweyé Kurd.

Lé ligel her cûre zordestî û şideté, neteweyé Kurd her roja Newroz’é berxwedané xwe digéhîşîné asteké bilindtir. Ligel dewleta Tirk her daxwaza mafa demokratîk a neteweyé Kurd bi zordarî û tepeserî dibersivîne, Kurd stûnexwarkiriné xwe her berdewam dike. Li erdnigaré Rojhilata Navîn û Afrikayé Bakûr, agirén serhildané her mezin û belav dibin. Gelén Ereb ji bo despotén welatén xwe û neteweyé Kurd ji bo dewleta Tirk xewnereşkbûyîné berdewam dikin.

Konfederasyona Karkerén ji Tirkiyé li Ewropa (KKTE), Newroz’é, roja serhildan a neteweyé Kurd bi coş, biryarî, û giyaneké berxwedér pîroz dike û îlan dike ku em é agiré ku gelén Rojhilata Navîn véxistiye û keveneşopiya berxwedan a gelé Kurd berbihev bidin û bi wan re em é li qadan bibin.

NEWROZ ROJA SERHILANÉ JI BO GELÉN EREB HÉVÎ BIBE!

ÇEJNA NEWROZ A NETEWEYÊ KURD PÎROZ BE!

BIJÎ NEWROZ, ROJA SERHILDANA NETEWE YÊ KURD!

ATİK_Newroz_Adar11 – PDF

ATİK_Newroz_Adar11 – DOC