Anasayfa , ATİK , Terora binçavkirin ê li ser Partîya Cîvak a Demokratîk û Kurdan şermezar dikin!

Terora binçavkirin ê li ser Partîya Cîvak a Demokratîk û Kurdan şermezar dikin!

atik_logoATİK | 17 – 04 – 2009 | Li sibehê 14 Avrêl’ê, bipêşanî li Amed’ê, li 13 bajarê operasyonêk hemdemî hat lidarxistin. Di encamê de ji 70 zêdetir reveberên partîyê bi awayêk antî-demokratîk hatin binçavkirin. Her wiha, Mijûlgehê Asrin Dad jî hat nijdekirin û parêzgerên Abdullah Öcalan hatin binçavkirin. Hat gotin ku di operasyonê de dozgerî di “nepenîyêk” mezin de tevgerî û polîsê Tirk disan terora faşîst a dewlet wezand.

Wek tê zanîn ku di hilbijartinên heremî yên 29 Adar’ê de, partîya Komara Tirkîye (KT) yê li Kudistanê, AKP, û Serkanîya Giştî ya Hezên Çekdar yên Tirkîye (HÇT) hezîmetêk mezin xwar. Wer xuya dike ku, di encamê de ew herdu jî wek kujdarên çavsor li pey êrîşên nûhû ketine. Hêzên faşîst ên serdest li hemberê doz û berxwedana meşrû ya netewe û gelê Kurd bêçare mane û dixwazin dîmenên nûhû yên polîtîkayên qirkirin-înkar-tevîkirin pêkbînin. Operasyonan li dijî gerîlla, şahdamarê azadî li ser çîya, gelê sîvîl û yên ku bi awayêk meşrû hatine hilbijartin şanîderên acîzbûnêk mezin in.

Wekî din balê dikişîne ku operasyonan piştî bandeva pîrozbahîyên 60. salvegera NATO, serdena Seroka DYA’yê Obama li Tirkîye’yê, û têkçûna hilbijartinî ya AKP’yê di bajarên Kurd de pêkhatin. Rewş wusa îşan dike ku dewleta faşîst bi destê AKP’yê tîmên nûhû yên Ergenekon-warî avakirine; tîmên bandêrtir, nepenîtir, û betir har.

Di hilbijartinên heremî de, vîna şoreşger-demokratîk a gelê Kurd bi awayêk serhildanî serfirazîyêk mezin bidestxist. Niha serdestên dewlet a Tirk hewldidin ku vê vîna gel ê Kurd bişkînin. Li Agrî’yê, di protesyon li dijî hîle û saxtekarîyan hilbijêrtinan de, gel bi terora polîsê rûbirû ma. Berdevkêk hikumatê daxuyanîyêk wek “xwe hetta li sînorê Ermen pesartin” da. Li Amara-Ruha’yê, di çalakîyêk demokratîk de, 2 xortên niştimanperwer hatin kuştin. Piştî bûyerên wusa jî ew operasyonan pêkhatin. Wana hemû îşandidin ku dewlet-hikumat, di pirsgirêka Kurd de, dixwze xetêk bêçareserî bişopîne.

Seroka DTP, Ahmet Turk daxuyanîyêk wusa dabû: “Tu hêz nikane dê li me astêng bibe di vî  têkoşînê me yî birûmet û aşitîxwaz de. Bedel çi dibe bila bibe, bi wêrekî û biryardarî, di rawesta xwe de bê tavîz, em ê têkoşînê xwe bidomînin. Tu hêz nikane dê cogên DTP’yê têkbîne.”

Em, Konfederasyona Karker ên ji Tirkîye li Ewropa, bang li hemû kesên demokrat, şoreşger, û niştimanperwer dikin: Bila em ê bihevre tevbigerin û di kesêyatîya DTP’yê de hêz li parastina demokratîk û meşrû ya neteweyê Kurd bidin.

Yên ku di operasyonên li dijî DTP’yê de hatin binçavkirin dê derhal bên berdan!

BIMRE KOLETÎ, BİJÎ AZADÎ!  

Kahrolsun Kölelik, Yaşasın Özgürlük!