Anasayfa , ATİK , Em êrîşên dewlet a Belçîka yên li ser saziyên Kurd û Roj TV'yê şermazer dikin!

Em êrîşên dewlet a Belçîka yên li ser saziyên Kurd û Roj TV'yê şermazer dikin!

ATİK | 11 – 03 – 2010 | Hêzên Belçîka yên ewlehiya dewletê di spêda 04 Avdar’a 2010’an de li ser 25 ciyên têvel û navenda ROJ TV’yê êrîş anîn û gelek kes binçav kirin. Di nav ciyên êrîşkirî de navenda KONGRA-GEL jî heye, li ku êrîşkeran dest dan li ser gelek belgeyên saziyê û hin siyasetmedarên Kurd ên wek Zûbeyîr Aydar, Adnan Uzun û Remzî Kartal û gelek kesên din binçav kirin.

Tîmên antî-teror ên Belçîka’yê bi maskeyan ve êrîş anîn û gelek amûr û materyalên din ên saziyan, û nemaze yên ROJ TV’yê, xira kirin.

Li Ewropa’yê êrîşên wusa yên ku di nav çarçoveya zagonên antî-teror de pêk tên her diçe zêdetir dibin. Beriya vê êrîşê, li Îtalya û Frense’yê jî êrîş hatîbûn anîn li ser saziyên Kurd û di encamê de bi dehan kes hatîbûn binçavkirin. Li Almanya’yê jî hêzên dewletê êrîş anîbûn li ser komeleyên Federasyona Anatolya’yê û 2 kes hatîbûn binçavkirin.

Divê em ê bi bîr bînin ku ew êrîşan bîskekê piştî civîna navneteweyî ya ku li Spanya’yê pêk hat bicîh bûn. Diyar e ku ew bûyerên dawîn ne bi awayekî ketoberî pêk hatine. Di vê civînê de vezîr û serokvezîrên hin dewletan amade bûbûn. Serokvezîrê Tirkiye’yê Tayyîp Erdogan jî, bi gelek vezîrên xwe ve, beşdarî vê civînê bûbû û hin rêxistinên şoreşger û pêşverû yên li Ewropa’yê weke hedef destnîşan kirîbûn. Bi zelalî xuya ye ku pakêtên wan ên vebûnên demokratîk tenê ji bo tasfîyekirina tevgera neteweyî ya Kurdan hatine pêşkeşkirin û ku di vî warî de hemfikiriyekê navneteweyî li holê ye.

Bi rêya zagonên “antî-teror” ve, ku li Ewropa’yê bi awayekî hemdemî tên derxistin, dixwazin teror û çewisandinên dijî rêxistinên ku têkoşînên rizgarî ya neteweyî û cîvakî didomînin her girantir bikin û dikin jî. Êrîşên wusa destnîşan dikin ku burjûvazîya emperyalîst û rejîma faşîst a Tirkiye’yê berbend û patoxur ji peresîna tevgerên şoreşger, pêşverû, û neteweperwer ditirse û ji tirsên xwe jî xwe davêjîn bexta şîdet û êrîşê. Lê belê ew erîşên ku bi salan e berdewam in heta niha biserneketine li hemberî tevgera neteweperwer a Kurdan yan jî li hemberî saziyên şoreşger-pêşverû. Ji vê pê ve jî ew ê nikanîbin pêşveketina wan bidin sekinandin. Çapemeniya azad a Kurdistan û saziyên demokratîk, bi piştevaniya navneteweyî ya saziyên dinên niştecih û koçber ve, dê têkoşîna rizgariya neteweyî de erkên xwe bicîh bînin.

Bi navê Konfederasyona Karkar ên ji Tirkiye li Ewropa’yê, em êrîşên dewlet ên Îtalya, Frense, û Belçîka’yê şermezar dikin û didin zanîn ku em ê piştevaniya ROJ TV û saziyên demokratîk bikin. Herwiha, em bang li hemû hêzên niştecîh û koçber ên şoreşger, demokratîk, û pêşverû dikin da ku dengên xwe hemberî wan êrîş û pêkutiyan bilind bikin û piştgirî bidin saziyên Kurd. Ti hêz nikane xebatên demokratîk ên saziyên Kurd asteng bike û dengê azad ê Kurdistan’ê ROJ TV’yê bêdeng bike.

Êrîşên Belçîka’yê hemberî saziyên Kurd û ROJ TV’yê şermezar dikin!

Dengê azad ê Kurdistan’ê ROJ TV nikane bê bêdeng kirin!

Bijî biratiya gelan!

ATIK_Erisen_Dewleta_Belcika