Li ser navê Ciwanên Demokratîk ên Nû (YDG) em 32.Mîhrîcana Ciwanan a Çand û Hunerê di 40. salvegerawefata hostayê mezin ê hunera şoreşgerî Yilmaz Guney de li dar dixin. Di vê pêvajoyê da êrîş û zextên li serhunera şoreşgerî zêde ne, li hemberî hemû hunermendên şorêşger yên ku li cem bindestan û gel disekinin êrîşekeberfireh ya bêîtîbar kirinê hatiye destpêkirin.Di serî de ev 2 sal in em dibin şahidê êrîşên faşîstan yên li serYilmaz Guney tên meşandin.Em ê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û bêbersiv nehêlin.Festîvala me ev 32 sal in piştgirî da hemû hunermendên şoreşger û yên ku li cem gel sekinîne.Bi vê re girêdayî em 32.Mîhrîcana çand û hunerê a ciwanan ku îsal pêk tînin dîyarî Yılmaz Guney dikin.
Wî di nava şert û mercên zor û zehmet de sînemayê naskir.Ji ber gotareke ku di xortaniya xwe de nivîsan di bûhate girtin. Piştî ku hat berdan ji alîyê dewletê ve kete binçav kirin û şopandinê û di bin van zextên dewletê de jiyana xwe domand. Yilmaz Guney ji aliyekî ve li Yeşîlçamê ji bo afirandina sînemayeke alternatîf a pêşverû û şoreşger têdikoşiya, li aliyê din jî bi awayekî vekirî li dijî faşîzmê têkoşiya û hunera şoreşgerî bi jîyana xwerexist yekpare,Lewra Yilmaz Guney hunera xwe ji bindestî,ji sîyasetê û mêtîngarîya pergalê serbixwe ne didît û cihê nedigirt.Ew bi bingehekî çînî nêzîkî hunera xwe dibû.
Di vê qonaxê de îro di encama polîtîkayên mîlîtarîst ên pergala emperyalîst de siyaseta şer û çekdarkirinê bi hemû leza xwe didome. Di encama polîtîkayên heyî yên pergalê de li hemû erdnîgariyên cîhanê bêkarî zêdedibe,xizanî û koçberbûna girseyî jî pêşdikevê.
Xwezaya ku ji bo berjewendiya serdestan tê wêrankirin û hevsengiya ekolojîk a xerabûyî,mirovahîyê bi xeterayabirçîbûnêre rû bi rû hiştiye.Şerê Rûsya û Ûkraynayê ku ev zêdeyî 2 sal in dewam dike,qirkirina Filistînîyan jialiyê dewleta siyonîst a Îsraîl ve tê meşandin,êrîşa dewleta Tirk a faşîst a li dijî Rojava ên bênavber û bi van geşadanên li cihanê vê hevpar xeterî û rîska şerê cihanê ya 3.her roj diçê zêde dibê.Her wiha êrîş û zextêntevgerên nîjadperest-faşîst ên li welatên Ewropayê roj bi roj zêde û bi hêz dibin.Lê belê dejenere(bêesil) kirinaçandî ya pergala kapîtalîst a li ser me dibe sedem ku ciwan ji nirx û nasnameya xwe dûr bikevin û biyanîbûne kekûr derdixê holê.Jîyaneke takekesî li me ferz dikê û teşwîqî vê jîyanê dikê.ev polîtîka û nêzîkatîyên pergalê wekeku yekîtî û piştirîya civakê perçe û qels dikê û jî xencî vê yekê dihêlin ciwan tenêbûnê hîs bikin û dixwazinciwanên ji civakê îzolekirî bi afirînin.
Di bin ronahiya van rastiyan de erk û peywira me heye ku em vê kevneşopiya têkoşînê ya ku hunermendê nemirYilmaz Guney li dijî êrîş û îstîsmara vê pergala barbar a ku ji me re wek mîrasekê hiştiye, di enîya huner û çandêde berfirehtir bikin û pêş bixin.
„Carinan metneke du rêzî ku heqîqetê îfade dikê, ramanek; carinan qêrîna straneke gelêrî ku di dilê girseyan de dengekî dibîne; Carinan mızraba ku li têlên sazê dixe,gelek caran ji bombeya atomê bi hêztir e! Divê em sazaxwe pir baş lêbixin!”
Di vê wateyê de girîngiya festîvala me ya çand û hunerê di vê pêvajoya heyî de hîn zêdetir bûye.
32. Festîvala Çand û Hunerê ya ku em ê di şexsê Yilmaz Guney de li hemberî hemû êrîşên paşverû yênemperyalîst, bi hişmendiya erk û berpirsyariya ku rastiya objektîf a heyî li ser me bar dikê,em dixwazin huneraşoreşgerî xurtir bikin; Em bang li hemû ciwanên şoreşger, demokrat, welatparêz, antî faşîst, antî emperyalîst ênherêmî û ên koçber dikin ku tevlî vê festîvala me bibin û hêzê bidin me.
Festîvala me wê di 9’ê Mijdara 2024’an de li bajarê Frankfurtê pêk were. Divê em bibînin ku her berhem û xebata şoreşgerî û pêşverû ya ku di 32.Mîhrîcana me ya çand û hunerê a ciwanan a YDG’ê de werê afirandin, amûr û destkeftîyên têkoşîna a li dijî faşîzm, emperyalîzm û her cure paşverûtîyê ye.
40.salvegera Şoreşgerê nemir Yılmaz Guney de: Bi hunerê hêviyê, bi berxwedanê serketinê bi afirîne!“ Werinem di 32. Mîhrîcana çand û hunerê a ciwanan a YDG’de bi vê dirûşmê em bigihijîn hev.
Divê em saza xwe pir baş lêbixin!
YDG – Ciwanên Demokratîk ên Nû