Anasayfa , İsmail Beşikçi , Polîtîka Rêverkirinê û Fikra Darbeya Sifîl

Polîtîka Rêverkirinê û Fikra Darbeya Sifîl

İSMAİL BEŞİKÇİ | 29 – 03 – 2010 | Tê famkirin ku di polîtîka hikûmetê, ya rêvekirinê de hin pirsgirêk derdikevin. Em dibînin ku burokrasîya leşkerî û ya sifîl, dadgehî û zanîngeh li hember guhertinê disekinin, dixwazin guhertinan bisekinînin.

Li gel arteşê, dîyar e ku dadgehî û zanîngeh, weke sazîyên ku hewl didin guhertina civakî, sîyasî û demokratîkbûnê disekinînin. Bi tevayî çapemenî, weke berdevkê sazîyên ku dixwazin guhertina civakî û sîyasi bisekinînin, tev digere. Di çapemenîyê de rojnameya Tarafê ku demokratîkbûnê teşvîk dike û bi vê armancê sazîyên dewletê mîna arteş, dadgehî û zanîngehan rexne dike jî heye. Di van salên dawîyê de, dema ku mirov jîyana sîyaseta Tirk vedikole, Taraf bûyereke wiha ye ku divê mirov dûrî baldarîyê negre.

Di derbarê xebatên berfirehkirina azadîyê daxuyanîyê de, ferzkirina berfirehkirina azadîya daxuyanîyê, alîyekî girîng yê rêvekirinê ye.

Di pêvajoya pêkanîna polîtîkayên rêvekirinê de, divê mirov balê bikşîne ser hin bûyerên ku di van mehên dawîyê de pêk hatine. Di 19’ê Cotmeha 2009’an de ji Qendîlê 8, ji Maxmûrê 26 PKK’yî hatin Xabûrê. Gelek mirovan vana bi coş û kêf pêşwazî kirin. Ev kêf li bajarên weke Nisêbîn, Qoser û Amedê pêk hat, lê di pê re ne bi tişkî ev kêf û coş zêdeyî Kurdan dîtin, loma jî ketin hewildanan da ku vê kêf û coşa wan li wan bibilînin. Piştî vê yekê bi du mehan, di dawîya Kanûna 2009’an de dest bi operasyonên KCK kirin. Endamên DTK (Kongreya Civaka Demokratîk), Serokên Şaredarîyan, mirovên ku di sazîyên sifîl yên cûr be cûr de kar dikirin, girtin. Yên ku girtin, kelepçe kirin û xistin rêzekê û birin dadgehê. Xistina rêzekî ya Serokên Şaredarîyan, bi vî awayî dîyarkirina wan di çapemenîyê de, helwesteke girîng e. Di pêvajoya rêvekirinê de, anîna vê yekê bo rojevê, helwesteke ku nerîna rêvekirinê, fikra rêvekirinê seqet dike bixwe ye. Îro li dor 1500 endamên Partîya Aşitî û Demokrasîyê girtî ne.

Di demokrasîyan de temsîl mijareke girîng e. Mirov dixwaze îradeya gel têkeve parlemento. Baraja ji %10 astengeke gelekî mezin e. Divê ev baraj dakeve hejmareke ji %3-4. Jibo guhertina vê yekê bêdengîya hikûmetê, hatta xwestina wê ku ev baraj weke berê bimîne, ne rewşeke ku mirov bikaribe bi fikir û pêkanîna rêvekirinê ve girêde.

Nerîneke din ku dijî rêvekirinê ye, girtin û cezakirina zarokên Kurd, daweyên ku di derbarê wan de tên meşandin bixwe ye. Îro zêdeyî 3000 zarok pêrgî dadgeh û îfadeyan bûne, li dor 1500 zarok jî girtîn e.

Faktora bingehî ku ji pêkanîna rêvekirinê re dibe asteng, nerîna di derbarê tasfîyekirina PKK’ê de tê gotin bixwe ye. Hikûmet her dem dibêje wê PKK were tasfîye kirin. Armanca dîyarkirina tasfîyekirina PKK’ê, hewildana gihîştina vê armancê şaş e. Ev yek ne mumkun e jî. Ev, tê wateya serfkirina enerjîya belasebeb e. Herweha ev yek pirsgirêkan hîn girantir dike, rewşê hîn aloztir dike. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke ku bi înkarkirina Kurdan, zimanê Kurdan û mafê Kurdan yê xwezayî, gaspkirina vana bi destê dewletê derketîye holê bixwe ye. Israra polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê, bi wextê re pirsgirêkê girantir û berfirehtir dike. Di bingeha tekoşîna gerîla de polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê heye. Ev yek, jibo ku van mafên xwe yên xwezayî bi dest bixe, tekoşîneke ku ji mejbûrî dest pêkirine bixwe ye. Cinayetên ku ‘faîlên wan ne dîyar’, şewitandin û xerakirina gundan, şewitandina daristanan, xerakirina tabîatê, hilweşandina çavkanîyên debarê, bi zorê koçberkirina malbatan ji cî û warên wan, encamên bi zor pêkanîna van polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê ye. Jixwe tê zanîn ku faîlê cînayetên ‘faîlên wan ne dîyar’ dewlet bixwe ye. Îfadeyên Ergenekon û JÎTEM’ê, di pêvajoya dadgehê de, pêvajoya deşîfrekirina planên darbeyên leşkerî weke Kafes û Balyoz de ev agahî bi awayekî gelekî eşkere derket holê.

Di derbarê rêvekirina Kurd de, bêgûman hin gavên ku divê dewlet bi serê xwe tenê bavêje hene. Li zanîngeha vekirina enstîtuyên beşên Kurdolojî, ziman û Edebîyata Kurdî, pejirandina alfabeya Kurdî; dayîna azadîya tîpên Q,W,X,Ê, dayîna navên Kurdî yên herêman, gund û bajaran, navên Kurdî yên zarokan, weke van mijaran rakirina her cûreyên astengan; pêkanîna perwerdeya bi zimanê zikmakî, weşana sazîyên bi taybetî ya telewîzyon û radyoyên Kurdî di jî nav vana de ne. Vana yên ku dewlet bi serê xwe dikare pêk bîne bixwe ne. Lê li alîyê din pirsgirêka PKK’ê jî heye. Di vê mijarê de, bêyî hevdîtinên bi BDP û PKK re çareserîyeke mayînde nikare pêk were. Nerîna ku dibêje ‘’wê PKK were tasfîyekirin’’ şaş e. Divê dewlet û hikûmet jî têgihiştibe ku ev nerîn ne mumkun e. Heger ku di vê mijarê de israr bikin, dibe ku ev yek dewlet û hikûmetê, di mijara gavên ku bi îradeya xwe bavêjin de, bê hêz bike.

Dadgeha Zagona Bingehî di 11’ê Kanûna 2009’an de dîyar kir ku DTP hat girtin. Ev faktor jî zerarê dide polîtîkeya rêvekirinê.

Nerîna li naveroka fikir û hestên Rast û dînî jî girîng in. Li Tirkîyê rastên dîndar, rast û dîndarên mîllîyetçîyên Tirk in. Ev yek, bi polîtîyên devletê yên sîstematîk hatiye avakirin. Dema ku dewletê dest bi şerê li hember PKK’ê kir nekir, jibo derketina çiyê, mezinbûna tekoşînê bisekinîne, sazîyên dînî pêşve xist û ket hewildana şitexilandina gel. Di avakirina radyo, telewîzyon û weşanxaneyên dînî de, di organîzekirina weqfên dînî de vê nerîn û helwesta dewletê rolekî mezin lîstîye. Di pêşveketine rastên dînî weke mîlîyetçîyên Tirk de, rolê vê polîtîkeya dewletê pir girîng e. Ev yek, di nav AKP û hikûmetê de, di derbarê rêvekirinê de muxalefetekê rê dide.

Divê mirov bêje ku di van du salên dawîyê de, di jîyana sîyasî ya Tirk de, di çanda sîyasî ya Tirk de pêvajoyeke mezin ya guhertinan dest pê kiriye. Eşkere ye ku wê ev pêvajo di têgihîştina pirsgirêka Kurd de guhertinên girîng pêk bîne. Lêpirsîn û daweyên ku di çerçoveya Ergenekon û JÎTEM’ê de tên meşandin, ya herî dawîyê ku di derbarê operasyona Balyoz de hatine destpêkirin, divê mirov bi vî awayî lê binere. Ji dema Îttîhat û Terakkî vir de di jîyana sîyaseta Tirk de, tu rolê sazîyên ku ji alîyê gel ve hatine hilbijartin, weke parlemento, hikûmet û partîyên sîyasî, tune ye. Sazîya ku jîyana sîyasî, sîyaseta hundur û derve dîyar dike, rê didê, arteş bixwe ye. Di pirsgirêkên bingehî de, weke pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Ermenîyan, pirsgirêka Kibrisê, Pirsgirêka Elewîyan û hwd de ev yek eşkere ye. Ev rolê arteşê ku her tiştî dîyar dike, ji alî sazîyên weke dadgeh, zanîngeh û sazîyên din yên burokratîk ve jî tê pejirandin. Di jîyana sîyasî ya Tirk de otorîteya bingehî arteş e. Sazîyên ku gel hilbijartinin, parlemento û hukûmet, jibo ku ji alî vê îktîdara bingehî werin pejirandin dikevin hewildanê. Ev sîyaseta ku bi destê arteşê tê dîyarkirin, nayê rexnekirin, nayê lêpirsîn, rewşeke dijî teorîya demokrasîyê derdixe holê. Û hikûmeta îro, ya AKP’ê jî xwedî nerîneke wiha ye ku ‘’me deng girtîye, me bi serê xwe tenê hikûmet ava kiriye, di polîtîka hundir û derve de divê em bi bandortir bin’’ ye. Hikûmeta îro, di nerînekê de ye ku hêza leşkeran ji ser hikûmetê rake. Dadgeha Zagona Bingehî, Dadgeha Bilind, Şûraya Dewletê, Sazîya Bilind ya Hakim û Savciyan û zanîngeh li gel arteşê bi tundî li dijî vê helwestê derdikevin. Hewil didin hikûmetê bisekinînin. Pir eşkere ye ku planên darbeyan mîna Sarıkız, Ayışığı, Yakamoz, Eldiven, Kafes û Balyoz li hember hikûmetê hatini çêkirin. Di vê pêvajoyê de çapemenî jî bêtir li gel van planan cîh girtiye.

Şûraya Bilind ya Leşkerî ku salê carekê dicive, jiber sedema ‘’îrtîca’’ bahsa avêtina hin personelan ji arteşê dike. Lê jiber plan û hewildana kirina darbeyan me avêtina tu kesan ji arteşê ne dîtîye. Tê famkirin ku planên darbeyên Sarıkız, Ayışı, Yakamoz û hwd di salên 2003-2004’an de hatini kirin. Planên Kafes û Balyoz jî nuh in, di van salên dawîyê de hatine kirin. Dema ku mirov li generalên ku di Sibata 2010’an de hatin girtin dinere, mirov tê digihije ku rutbeyên wan di salên 2003-2004’an de kêmtir bûn. Lê kirina plan û hewildana darbeyan ji mezinbûna rutbeyên wan re ne bûye asteng.

Deşîfrekirina planên darbeyan, şopandina bi biryar ya van lêpirsîn û daweyan, di civaka Tirk de ji alîyê hin der û doran, hin rewşenbîran ve weke darbeyeke sifîl tê nirxandin. Yên ku ji deşîfrekirinê, ji çûna ser têkiliyên cûnta yên di nav arteşê de rihetsiz dibin, propaxanda dikin û dibêjin ‘’darbeya sifîl pêşve dihere’’. Hikûmetê bi kirina darbeya sifîl tewabar dikin. Partîyeke ku bixwe jibo girtinê di bin tehdîta Dozgerê Komarê yê Sereke de be, wê çawa darbeyeke sifîl bike? Hikûmeteke ku arteş ne dabe cem xwe dikari darbeyeke sifîl bike? Halbikî di hilbijartinên Serokkomarîyê de, bi ferzkirina 367 dengan ji alîyê Dadgeha Zagona Bingehî ve ku biryar da û got ‘’bila leşker di dadgeha leşkerî de werin dadgehkirin’’ darbeyeke sifîl ku li hikûmetê hat xistin bixwe ye. Eşkere ye ku armanca van biryaran ew e ku, karê hikûmetê zahmet bike û bi demê re hikûmetê bixîne. Jibo vê yekê, divê mirov di vê pêvajoyê de ji helwestên ku karê hikûmetê zahmet bike, bireve.

Di van rojên dawîyê de, hikûmet bahsa guhertina Zagona Bingehî, pêwistîya guhertina wê dike. Serokê Cumhuriyet Halk Partisi Deniz Baykal jî dibêje ez ê guhertina Zagona Bingehî bibim Dadgeha Zagona Bingehî û vê guhertinê bisekinînim. Ev yek, hikûmet çiqas deng bigre bila bigre, nayê wateya ku guhertina vê zagonê neke. Divê darbeya sifîl ev bixwe be.

Di bingeha van pêşveçûnan tevan de, hiştina pirsgirêka Kurdan bê çareserî bixwe heye. Ev pêşveçûn bi pirayî li ser sazîya dadgehîyê bandoreke xerab dike. Cûdahîya normên sûc û ceza jibo Kurd û Tirkan di vê pêvajoyê de hatîye pêk anîn. Yê ku Hrant Dînk qetil kir di dadgeha zarokan de tê mahkeme kirin, zarokên Kurd ku keviran davêjin panzêr û polîsan di dadgehên cezaya giran de tên dadgehkirin. Ev yek hêjayî baldarîyê ye. Dîsa avêtina kevirên zarokên Kurd cezayên giran digre lê dema ku hin keviran davêjin Kurdan weke sûc nayê dîtin. Disa ev yek jî hêjayî baldarîyê ye.

Di hundirê sazîya dadgehî de, di normên sûc û ceza de pêşveçûnên cûda, bandora rizandinê li ser hestên edaletê yên organê dadgehîyê dike. Fikir, helwest û tevgêrên du rû, ne yên sazîya dadgehîyê tenê ne. Tê bîra me li Filistînê dema ku zarokan kevir davêtin tanqên Îsraîl, çapemenîya Tirk ew weke ‘’generalên Arafat’’ radigîhandin.

İsmail Beşikçi
Werger: Salih Agir Qoserî