Home , Takvim , Newroz Piroz be! (Düsseldorf)

Newroz Piroz be! (Düsseldorf)

DÜSSELDORF | 19 – 03 – 2014 | ŞAHIYA AŞTÎ Û DEMOKRASIYA GELAN: NEWROZ “LI KURDISTANÊ AŞTÎ, LI TIRKIYÊ DEMOKRASÎ!”

Roja 22´yê Adara 2014´an ji bo bihêzkirina daxwaziya aştî û demokrasiya gelan em ê li Düsseldorfê bên ba hev. Di Cejna Newrozê de ku wek hêviya azadiya gelên Mezopotamyayê û yên Anatolyayê tê pîrozkirn, ji bo redkirina politîkayên şerê, mijokdariyê, ji bo politîkayên inkar û tunekirinê, ji bo xurtkirina biratî û piştevaniya gelên wek Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Ermenî, Rûm, Erep, Asûr-Sûryanî, Alman û baweriyên wek Alewî, Sûnî, Xiristiyan, Ezdî werin ba hev û di van mijaran de peyameke hevbeş rabigihînîn raya giştî.

Newroza 2014´an li Tirkiyê di pêvajoyeke ku hêzên demokratik dibin yek, di pêvajoyeke têde têkoşîna demokrasiyê pêştir dikeve, de tê pîrozkirin. Daxwaziya me yên li derveyê welêt dijin jî, Tirkiyeke têde gelên Mezopotamyayê û yê Anatolyayê karibin wekhev bijin, e. Ji bo xurtkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê, me kesên ku li Ewropayê dijin jî, hêzên xwe kirin yek.

Dewleta Tirk ji roja demezarandina xwe û pê ve bi polîtîkayên xwe yên yekzimanî, yekolî, yekneteweyî bi gelê me êşên pir xedar da kişandin. Ol, bawerî û hebûna gelên ku li ser axa Mezopotamyayê û Anatolyayê dijîn, hatin înkarkirin û tune hatin hesibandin. Yen ku li mafên xwe geriyan jî, di tevkujî û îşkenceyan re hatin derbaskirin. Ev tevkujî û komkujiyên ku di dîroka Tirkan de pêk hatine û encamên wan ên bi eş, di mêjû û bîrên gelê me de hatiye kolandin. Pêkhatina qetlîamên dijmirovî yên ku li dij Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd, di bin çavan de pêkhatina wendahîyan û pêkhatina şewitandina gundan, encamên heman polîtîkayan in.

Hukumeta AKP´ê ya ku îdîa dike û dibêje min “Demokirasiya pêştetir” avakiriye jî, di sepandina polîtikayên înkarkerî û tunekeriyê de israr dike. Ji destpêka sala 2013´an û vir ve di hevdîtinên mecbûrmayî yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan re, de gavek jî nehat avêtin. Ji bo bidestnexistina mafên gelê Kurd yên xwezayî serî li her cure manewreyan tê xistin. Li dij têkoşerên li dij sîstemê têdikoşin, li dij karkerên ji bo nanê xwe têdikoşin, li dij Alewiyên ku azadiya baweriyan dixwazin û baweriyên din, li hawîrparêzên ku hawîrdorê diparêzin, li dij yên ku wek AKP´yê nafikirin û wek wê najîn, ji aliyê AKP´yê ve zulm û tadeyî tê sepandin. Serhildana Geziyê ku di dîroka Tirkiyeyê de cara yekemîn bû, bi mîlyonan mirov derketin kolanan û gotin; “Tekilî jiyana me, hawîrdora me û dahatuya me nebe”, bi panzêr, bombeyên gazê û jopên polîsan hatin tepisandin.

Em, di bin navê “pakêtên demokratîkbûnê” de lîstika li ser maf û azadiyên xwe, makyajkişandina ser polîtikayên çewsandin û înkarê êdî napejirînin. Em naxwazin maf û azadiyên me yên xwezayî yên li gor egera jiyana bi biratî û mirovane dorpêç bibin û bi sînor bin.

Ji ber vê hindê, ji bo gelên Mezopotamyayê û Anatolyayê bi biratî û wekhevî bi hev re bijîn: Divê gavên ku çareseriya pirgirêka Kurd di bingeha mafên wekhevî de digirin,  bên avêtin. Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê ya Gelê Kurd û gelên din, bê ewlekirin, mercên dadî yên xwe bi xwe birêvebirinê bên bidestxistin û karantîkirin.

Divê laisîzmeke rastîn a ku dewlet têkîlî olê nebe û ol jî têkilî dewletê nebe, bê tetbîqkirin. Divê dewlet li hember hemû baweriyan bêteref be. Di serîde Alewî û Êzdî, ji bo herkesî azadiya vîjdan û baweriyê ya rasteqîn bê bidestxistin. Divê astengiyên li pêşiya xweîfadekirin û xwebirêxistinkirina çapemeniyê rabin. Di serî de hemû kesên siyasî yên ku ji ber çalekiyên KCK´ê û Geziyê hatine girtin û yên din serbest werin berdan.

Divê heman dev ji polîtîkayên êrîşkar ên di serî de li ser Sûriye û li ser herêmê were berdan, pişgiriya çeteyên El Qaide û El Nûsrayê were bidawîkirin. Divê Rêveberiya Kurd a li Rojava tê avakirin, were naskirin û têkiliyên baş bên pêşvexistin û geşkirin.

Pêkhatina van daxwaziyan, ji bo gelên ku li Ewropayê dijîn jî, kêrdar in. Ji ber vê yekê, em li dij wan welatên ku piştgiriyê didin Tirkiyê û Rojhilata Navîn û leşker û çekan, dişînin wan deran, derdikevin. Em ji welatên emperyalîst re dibêjin ku destên xwe ji Rojhilata navîn bikişînin.

Di 22´ê Adarê de em jin-mêr, kal.ciwan, nîştecî-biyanî, ji bo bi her zimanî stranên xwe bibêjîn, govendan bigirin, horon û sîrtakiyan bilîzin, halayan bikişînin, hêviyên azadiyê geş û gur bikin, biratiya gelan xurt bikin, daxwaziyên xwe bi dengên bilintirîn bînin zimên wê li Düsseldorfê werin ba hev. Em, yên ku li aliyê demokrasî û aştiyê ne, yên ku dixwazin biratî û piştgiriya gelan xurt bikin, yên ku li dij şer, mêtinkerî û nijatperestiyê ne, yên ku dixwazin stranan bibêjin, mil bi mil dîlanan bigrin, bangî hemûyan dikin, dibêjin werin tevlî festîvala me bibin!

Yên îmzakirine

  1. Federasyona Komeleyên Kurd li Almanya (YEK-KOM)
  2. Federasyona Asûriyan a li Almanya û Awropaya Navîn (ZAVDI)
  3. Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk (DIDF)
  4. Konfederasyona Koçberên zahmetkêşên Awropa (AvEG-Kon)
  5. Komela Parastina Ziman û Çanda Lazan (LAGEBURA)
  6. Federasyona Avrupa ya Pontusên Yewnaniyan
  7. Kongra Civaka Demokratik a Kurd ya Awrupa (KCD-Ewrupa)
  8. Partiya Îslamiya Kurdistan (PîK)
  9. Proletarya Şoreşger – Cihana tê Jiyan
  10. Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK)
  11. Konseya Ermeniyên Awropayê
  12. Federasyona Demokratîk a Alewiyan (FEDA)
  13. Federasyona Yekîtiyên Dêrsimê yên Demokratîk li Awropa (ADEF)
  14. Komela Jinûve Avakirina Dersimê
  15. Meclîsa Sirgûnên Awropa
  16. Komela Mafên Mirovan a AlmanyaTirkiyê(TÜDAY)
  17. Partiya Komûnîst´a Kurdistan ( KKP )
  18. Federasyona Komelelên Êzdiyan(FKE)
  19. Eniya Şoreşger
  20. Federasyona Karkerên Koçber li Almanya(AGIF)
  21. Federasyona Cîvaka Îslamiya Kurdistan(FCÎK)
  22. Komela Karêriyan a Awropa(AV-KAR)
  23. Komela Karakoçaniyan a Awropa
  24. Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist e.V.
  25. Yekitiya Mamosteyên Kurd  – YMK
  26. Tevgera Jinên Kurd li Awropa(TJKE)
  27. Federasyona Karkerên Tirkiyê Li Almanya (ATIF)
  28. Federasyona Gelên Demokratîk li Almanya (ADHF)
  29. Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB)
  30. Axa Akademîsyenên Kurd (KURD-AKAD) e.V
  31. Komela Malbatên Kurdistanê li Berlînê e.V. (YEKMAL)
  32. Civaka Kurd li Almanya(KGD)
  33. Federasyona Bipêşxistina Tûr Abidîn(DETA
  34. Arbeits- und Freiheitsfront – Europa Initiative  (EOC)