Home , ATİK , Newroz Pîroz Be!

Newroz Pîroz Be!

ATİK | 15 – 03 – 2010 | Tu bi xêr hatî Newroz, tu bi xêr hatî roja ku taca serfiraziyê dide ser berxwedanê! Tu bir xêr hatî Newroz, roja ku berxwedan dibe çejn bi dilanên ku li dora agirên ser çiyayên tên girtin! Tu bi xêr hatî Newroz, roja ku îro neteweyê Kurd û gelên Rojhilata Navîn jê sûd werdigirin û serhildanên xwe gêştir dikin! Tu bi xêr hatî roja berxwedanê û serfirazî!

Ligel ku Newroz tê wateya roja nûhû û ku gelên Rojhilata Navîn vê rojê weke mizginiya biharê pîroz dikin, ji bo Kurdan wateyekê vê rojê kûr û dîrokî heye. Ji bo Kurdan Newroz roja serhildan, berxwedan, û biserketin e. Ji Kawayê Hesinker heta Komara Mahabat’ê, ji serhildana Dêrsim’ê heta serhildana îroyîn, Neteweyê Kurd ji aliyê dewletên herêmê ve hatiye bindestkirin, çewisandin, qirkirin, û înkarkirin. Ligel wan hemû hewldanên tinekirinê, neteweyê Kurd berxwedana xwe berdewam kiriye û Newroz’ê kiriye sembola serfirazî û wê bi coşekê her gêştir dibe pîroz dike.

Dewleta Tirkiye, ku hebûna wê ji demên Osmaniyan heta komarê gihêştiye îro, bi taybetmendiyên xwe yên zalîm û zordar, ti carekê ji polîtîkayên xwe yên çewisandin û tinekirina Kurdan dest nekişandiye.  Ew polîtîka îro jî bi heman awayê lê bi navê „vebûn“ê berdewam e. Li gor dîrektîfên DYA û YA, hikûmata AKP bi navê paketa “vebûna demokratîk”ê ve û bi dirûşima çareserkirina pirsgirêk a Kurd ve bi rê ket. Di encamê de DTP hat girtin û bi sedan endamên û rêveberên wê hatin xistin girtîgehê. Heman gavên zilmê li hemberî BTP’yê jî tên şopandin. Paketa ku bi pejirandina hebûna neteweyê Kurd û radestkirina mafên çandî ve hat vekirin di demekê kin de wergerî polîtîkayê zilm û zordariyê. Navê wê „vebûn“ jî be, hê jî helwesta rejîm a Tirkiye ya berbi neteweyê Kurd li ser bingeha înkar, pişaftin, û tinekirinê disekine. Diyar e ku armanca “vebûn”ê jiholêrakirina tevgera neteweyî ya Kurd e, hem ji nava Tirkiye’yê û hem jî ji nava Rojhilata Navîn’ê.

Bi pişgtgiriya emperyalîstên DYA, dewleta Tirkiye hewl dide ku derdora tevger a neteweyiya Kurd bipêçe, wê bêçalak bike, û berxwedana sazdar a neteweyê Kurd bişikîne. Weke parçeyekê vê hewldanê, Tirkiye bi dewletên Îran, Sûriye, û Iraq’ê re peymanan çêdike û operasyonên xwe yên li dijî tevgera neteweyî ya Kurd her berfirehtir dike. Herwiha, emperyalîstên Ewropî jî destên alîkariyê didin dewleta Tirkiye. Li gelek bajarên Ewropa’yê, bi ser ciyên Kurd de hatin girtin û gelek kesên Kurd hatin binçavkirin. Bûyerên wusa yên herî dawîn li Belçîka’yê bihûrîn. Li roja 4 Avdar’a 2010’an, di serê sibê de, hêzên çêkdarên dewleta Belçîka êrîş anin 25 ciyên têvel ên Kurdan, ku ROJ TV jî têde bû. Di encamê de gelek cîhazên ROJ TV hatin xira kirin û gelek kes hatin binçavkirin. KONGRA-GEL jî yek ji ciyên biserdegirtî bû û li wê derê jî hêzên fermî yên Belçîka dest da ser gelek belgeyên saziyê û gelek siyasetmedarên Kurd binçav kirin. Di nav kesên girtî de sîyasemedarên Kurd ên wek Zûbeyîr Ayda, Adnan Uzun, û Remzî Kartal jî hebûn.

ATIK (Konfederasyona Karker ên ji Tirkiye li Ewropa) dide zanîn: Ku em ê bêdeng memînin li hemberî hewlên tinekirin ên li dijî neteweyê Kurd û ku li her derê ku em lê ne em ê bi gelê Kurd re li meydanan bibin. Em bîryara dewlet a Belçîka ya girtina ROJ TV’yê, û êrîşên wê yên li dijî weşana azad a Kurdistan’ê û saziyên demokratîk ên Kurdan şermazer dikin. Em ji bo ji nû ve vekirina ROJ TV’yê bîryariya xwe ya berdewamkirina piştevanî û têkoşîna xwe didin bihîstin û çejna Newroz a neteweyê Kurd pîroz dikin.

ÇEJNA NEWROZ A NETEWEYÊ KURD PÎROZ BE!

BIJÎ NEWROZ, ROJA SERHILDANA NETEWE YÊ KURD!

ATİK_Newroz_KR – PDF

———————————————————

ATİK | 15 – 03 – 2010 | Hoş geldin Newroz; direnişin zaferle taçlandığı gün. Hoş geldin Newroz; dağların başında ateşler yakılıp halaylar çekilerek direnişin bayramlaştığı gün. Hoş geldin Newroz; günümüzde de Kürt ulusunun ve Ortadoğu halklarının ilham alarak isyanı büyüttüğü gün. Hoş geldin direnişin ve zaferin günü!

Newroz; Ortadoğu halklarının yeni gün anlamında, baharın müjdesi olarak ortak kutlanan bir gün olsa da, tarihsel olarak Kürt ulusunun zalime karşı başkaldırı, kazanma ve direnişin adıdır. Demirci Kawa’dan Mahabat Kürt Cumhuriyetine,  Dersim isyanından günümüzdeki isyana denk, Kürtler ezilen bir ulus olarak, bölge devletleri tarafından sürekli baskıya maruz bırakılmışlardır. Kürtler; imha ve inkara tabi tutularak yok edilmeye çalışılmasına rağmen, direnişin zaferle taçlandığı Newrozu bugünde aynı coşkuyla kutlamaktadırlar.

Osmanlıdan, Cumhuriyete uzanan Türk devleti, zalim ve baskıcı özelliğiyle Kürt ulusu üzerindeki baskı ve yok etme politikasından hiçbir zaman vazgeçmedi. Bugünde aynı baskı ve yok sayma politikası ‘açılım’ adı altında farklı biçimde devam ettiriliyor. ABD ve AB’nin direktifleri doğrultusunda, Kürt sorununu çözeceğim söylemiyle  yola çıkan AKP hükümeti sözde ‘demokratik açılım’ politikası adı altında  DTP’yi kapatarak, yüzlerce üye ve yöneticilerini tutuklatmış, aynı zulmü yeni kurulan BTP’ye karşıda uygulamaya koymuştur. Kürt ulusunun varlığının kabul edilmesi ve kültürel haklarının verilmesi için ortaya atılan ‘açılım’  politikası tam bir zulüm politikasına dönüşmüştür. ‘Açılım’  adı altında, Kürt ulusuna  yaklaşım yine inkâr, asimilasyon ve Kürt ulusunun  kimlik hakkının inkarı olarak devam ettirilmektedir.  ‘Açılım’ adı altında çözüm olarak sunulan bu yaklaşımın arka planında, Kürt ulusal hareketinin  hem içte,  hem de Ortadoğu’da  tasfiye etme planıdır.

ABD emperyalistlerinin desteğini yanına alan Türk devleti, bugün her alanda Kürt ulusal hareketini abluka altına almaya çalışarak,  etkisizleştirip Kürt ulusunun örgütlü direnişini kırmaya çalışıyor. Ortadoğu coğrafyasının içinde yer alan  İran, Suriye ve Irak ile anlaşmalar yapan Türk devleti, Kürt ulusal hareketine karşı operasyonlarına devam ediyor. Avrupa emperyalistleri, Türk devleti işbirliği ile,  Avrupa’nın bir çok ülkesinde yapılan ev baskınları ile bir çok kişi tutuklanmış, en son Belçika devletinin güvenlik güçleri 4 Mart 2010 tarihinde, sabahın erken saatlerinde yaklaşık 25 ayrı yere ve ROJ TV televizyonu merkezine baskın düzenleyerek, bir çok kişiyi göz altına almıştır. KONGRA-GEL merkezi de basılıp, bir çok belgeye el konularak Kürt siyasetçilerden, Zübeyir Aydar, Adnan Uzun ve Remzi Kartal ile birlikte birçok Kürt siyasetçi tutuklanmıştır. Terörle mücadele timlerinin kar maskelerle düzenlediği baskında, kurumlardaki bir çok eşya yağmalanarak, ROJ TV televizyonunun makineleri tahrip edilmiştir.

ATİK (Avrupa Türkiyeli İşçiler Konfederasyonu) olarak; Kürt ulusuna yönelik uygulamaya konulan  topyekun imha saldırılar karşısın da sesiz kalmayacağımızı, bulunduğumuz her alanda bu saldırıları bertaraf etmek için Kürt halkı ile alanlarda olacağız. Yine  Belçika devletinin , Kürdistan özgür yayını ROJ TV ve demokratik kurumlarına yönelik saldırıları ve kapatma kararını  kınıyor ROJ TV nin derhal açılması için mücadelemizi devam ettireceğimizi  deklere ederek, Kürt ulusunun Newroz bayramını kutluyoruz.

KÜRT ULUSUNUN NEWROZ BAYRAMI KUTLU OLSUN !

YAŞASIN KÜRT ULUSUNUN BAŞ KALDIRI GÜNÜ NEWROZ !

ATİK_Newroz_TR – PDF