Anasayfa , Dünya , Hemleta Navneteweyî ya li Dijî Şerê Hemberî Gelê Hindistan

Hemleta Navneteweyî ya li Dijî Şerê Hemberî Gelê Hindistan

HİNDİSTAN | 26 – 02 – 2010 | Hevalên Hêja,

Hemleta Navneteweyî ya li Dijî Şerê Hemberî Gelê Hindistan xwe weke navenda koordînasyon a piştgiriya navneteweyî saz kir ji bo berxwedana gelê Hindistan hemberî êrîşên topyekûn ên leşkeriyen dewletê.

Hemlet beşekê navneteweyî ya înîsyatîf û dijberiya gelê ye hemberî şerê jenosîdî yê dewleta Hindistan’ê, ku li ser gelên niştecih ên Hindistan’ê bi her awayî tê domandin. Bêcîh hiştina gelê êşîrî û bidestxistina erdên wan, ku ji aliyê çavkaniyên xwezayî ve dewlemend in, armanca şerê ye. Lewra ye ku şîrketen mezin ên navneteweyî, wek Vedanta, li gel dewletê, di şerê de cîh û rolên xwe digirin.

Ev şerê vekirî wek “Operasyon Nêçîra Kesk” hatiye binavkirin. Navê wî çi dibe bila bibe, bieşkere tê zanîn ku domandarê wî dewlet û korporasyonên navneteweyî ne, ku dixwazin talankirina erdên gel ên niştecih hêsantir bikin ji bo berjewendiyên xwe yên mezin û ligel hilweşandina jiyan ên herî xizantir gelên Hindistan’ê. Ev şer li herêmên cûdayên welatê de bi sernavên cûrbecûr ve hatiye binavkirin, lê navê bingehîn ê şerê ev e: “Şerê hemberî Naksalîtan.” Dewlet dixwaze şermahiya xwe ya ji ber keleşiya li dijî gelê Hindistan’ê binavên wusa ve veşêre, lê xizmetkariya dewletê ji bo emperyalîzm bieşkere li holê ye.

Eniyekê şer hemberî hêz û kesên pêşverû û demoratîk ên her aliyê welatê hatiye vekirin û erka wê jî wezandina teror û çewisandin e. Li dijî rewşekê wusa jî, ew hêz û kesên pêşwerû û demokratîk jî têkoşînên xwe bilindir dikin û ber bi yekbûyînê ve dimeşin. Bêhejmar Ronakbîr, nivîskar, fîlmçêker, akademîsyen, parêzger, doctor, û gelek kesên din ku zordarî, çewisandin, û derevên dewletê nedipejirînin di xwepêşandan, meş, û awayên din ên protesto de tên cem hev, dengên xwe bilind dikin, û hêzên xwe didin ser hev ji bo dijî dewletê derketinê û ji bo parastina doz a mafdara gelên niştecih ên bindestên Hindistan.

Lê dewlet nerazîbûna gel bi çewisandinê dibersivîne. Bêhejmar kes hatine binçavkirin û girtin. Zordariyên her celeb û pir tarî li ser gel dibare.

Ligel rewşa heyî, raya giştî ya cîhanê li tarîtiyê hatine hîştin. Piraniya medya dirûşma dewletê dubare dike, ku “Hindistan herî mezintirîn demokrasiya cîhanê ye” û ku Maoîstan tehdîdekê herî mezin e ji bo ewlehiya vê “demokrasiyê” û lowma divê ew bên tinekirin. Bi vî awayî ew jî bêdengiyên xwe meşrû dikin û dewleta Hindistan’ê pîroz dikin ji bo sûcên xwe yên di bin navê “şerê hemberî teror.”

Hemleta me dixwaze rabigihêşe hemû kes û rêxistinên demokrasî û azadîxwaz ên cîhanê. Bi alikariya we, em ê di asta navneteweyî de vê bêdengiyê bişkên û piştgiriya navneteweyî ya ji bo têkoşîna mafdar a gelên bindestên Hindistan’ê bînin ba hev.

Zêdetir agahî derbarê “Operasyon Nêçîra Kesk” û têkoşînên gel di malpera www.icawpi.org de berdest in.

Em daxwaz dikin ku hemû rêxistin û kesên demokratîk û pêşverû înîsyatîfan bigirin û hewlên xwe bi hemleta me re koordîne bikin. Hemû agahdarnameyên çalakî û civînan, û hemû nameyên piştgiriyê li vê malperê bên weşandin. Herwiha, li ser vê malperê dê gelek agahî û çavkaniyên din jî bên vedîtin.

Ji kerema xwe, bi hemletê re bikevin têkiliyê bi rêya vê navnîşanê: info@icawpi.org – herwiha, derbarê bicîhanîna çalakiyekê di cihwarê we de, hûn dikanin ji me re pêşniyarên xwe jî pêşkêş bikin.

Hemleta Navneteweyî ya li Dijî Şerê Hemberî Gelê Hindistan

Reşemeh, 2010

Nîşe: Da ku bikanîbin rojenekirinên derbarê rewşa hemletê û nûçeyên têkildar bi awayekî rêkûpêk werbigirin, ji kerema xwe tevlê lîsteya me ya gelemperiya peyam-şandinê bibin. Ji bo tevlê bûnê, ji kerema xwe, e-peyamekê vala bişînin vê navnîşanê: info-request@lists.icawpi.org

Divê li ciyê mijarê “subscribe” bê nivisandin. Wekî din, hûn dikanin rasterast bi me re têkevin têkiliyê bi rêya: info@icawpi.org